Silêmanî - Malbatên ji Rojavayê Kurdistanê li kuçeyan dimînin
Hewlêr (Rûdaw) - Bi dehan malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên nasnameya wan a Sûriyeyê nîne û li Silêmaniyê dimînin kuçelanî bûne.
Li parêzegha Silêmaniyê, pirsgirêkeke nû ji bo çend malbatên ji Rojavayê Kurdistanê ne derketiye.
Bi dehan malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku nasnameya wan a Sûriyeyê nîne, ango “bênasname” ne nikarin li Silêmaniyê xaniyan kirê bikin.
Rê nayê dayîn ku kesên “bênasname” yên ji Rojavayê Kurdistanê ne xaniyan kirê bikin.
Li gorî zanyariyan, piraniya wan li park û cadeyan mane.
Hinek ji wan dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê lê hêzên ewlehiyê li xalên ewlehiyê rê nadin wan ji sînorê Silêmaniyê derkevin.
Berpirsê Rêxistina Canî Roj Reşîd Elî li ser rewşa malbatên bênasname ji Rûdawê re axivî.
Li gorî gotina Reşîd Elî, hejmara wan kesên ne xwediyên nasnameya Sûriyeyê ne derdora 100 malbatî ne û ew di rewşeke dijwar de dijîn.
Ev pirsgirêk ji beriya 10 rojan derketiye, ti rê li ber wan nemaye ji bilî vegera bo Rojavayê Kurdistanê lê ew rê jî girtî ye.
Ehmed Şêxo yek ji wan kesan e ku aniha tevî malbata xwe li cade û parkên Silêmaniyê dimînin.
Ehmed Şêxo bû mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê û behsa rewşa malbata xwe û malbatên din ê Rojavayê Kurdistanê kir.