Li Hewlêrê hejmareke konên koçberên Efrînê şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiya Dareto ya Hewlêrê konê 8 malbatên koçberên Efrînê şewitîn û di encamê de hemû kelûpelên wan ji nav çûm, lê ziyana canî neghişt ti kesî.

Hejmareke koçberên ku piştî şerê Efrînê hatibûn Başûrê Kurdistanê û li nahiya Dareto ya Hewlêrê konên xwe vedabûn, ne di nav kampê de dijîn, lê li çolekê ji xwe re kon vedabûn, ji ber elektirîkê hemû tiştên wan şewitîn.

Penaberê ji Efrînê Fatma Ebdurehman dibêje: “Hemû titştên me, pereyên me şewitîn. Agir pê konên me ket her tişt şewitîn.”

Ebdulhesen Reşîd jî got: “Hun jî dibînin her tişt şewitîne. Heta ku me zarokên xwe derxistin hemû tiştên me û îqameyên me, nasnameya sûrî û belgeya min a leşkerî jî şewitîn.”

Xwediyên konan li dokumentên ku li Herêma Kurdistanê ji bo penaberiyê wergirtine di nav kelûpelên şewitî de geriyan, lê tişt nedîtin û tîma şaredariyê ya Daretoyê jî zû dest bi paqijkirina tiştên şewitîne kirin.

Penaber Omer  Ebdulreşîd jî dibêje: “Min goşt kiribû min dixwest ligel malbata xwe bixwim ew jî şewitî. Tenê ev Qurana di destê min de ma neşewitî ye. Televîzyon moberîde û heta ku hesin jî şewitîn. Agir gelek bilind bû, lê Qurana min wek xwe ma.”

Nêzîkî sed malbatên koçber li Rojavayê Kurdistanê, dûrî kampên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji xwe re kon vedane û mal ava kirine.