Ji Kampa Berdereşê 1250 penaber vegeriyan

Duhok (Rûdaw) - Vegera koçberên Rojavayê Kurdistanê berdewam e ku bi taybet koçberên Kampa Berdereşê yên piştî êrîşa Tirkiyê hatibûn Başûrê Kurdistanê.

Koçberên li Kampa Berdereşê ya Hewlêrê gazinên xwe ji Neteweyên Yekbûyî dikin û dibêjin, alîkariyên wan gelekî kêm in û tenê dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi wan re dibe alîkar, lewma jî hejmareke ji wan dixwazin vegerin bo cih û warên xwe.

244 hezar û 207 koçberên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hene îsal, 2 hezar û 850 koçber vegeriyane. Tenê ji kampa Berdereşê hezar û 250 vegeryane.

Li Kampa Berdereşê di heftyekê de 45 kesan navên xwe li kargeriya kampê bo vegera Rojavayê Kurdistanê tomar kirine û biryar e heta dawiya vê hefteyê vegerin.

Ebdulmecîdê 24 salî û hevjîna wî ji meha çileyê ve ji bajarê Qamişlo penaberî Başûrê Kurdistanê bûne ku wê demê bi tenê mehek bû zewaca xwe kiribûn. Niha biryar dane vegerin û li Rojavayê Kurdistanê dest bi jiyaneke din biken.

Penaber Edulmecîd Ebdulhadî dibêje: “Li despêkê dema ku em hatine vê derê gelek zehmet bû û du mehên koronayê jî qediyan. Ji me rê alîkarî kirin û em hinek li ser pêyên xwe man, lê ew tiştên dane me nema. Me gotî em dê vegerin welatê xwe û niha rêkeftin çêbûye û dibe rewş baş bike û em li wê derê karê xwe bikin.”

Penaber Yafa Şîlan jî dibêje: “Em dê vegerin Rojava ji ber ku li vê derê bo me nabe. Em dawa kar dikin lê nîne, îqame nedane me û elektîrîka me jî nîne.”

Penaber Siud Nasir jî dibêje: “Pêwîstiya me bi alîkariyan ve heye, xizmeta rêxistinên navdewletî sifir e. Spas ji birêveberiya kampê re, li gor îmkanên xwe alîkariya me kirin, dezgeha Xêrixwazî ya Barzanî heye, spas alîkar dike, lê gazin ji UN tê kirin, eger rewş wiha berdewam be, piştî demke din tê bibînî kamp vala bûye.”

244 hezar û 207 penaberên Rojavayê Kurdistanê di 10 kampan de mane û bi tenê li kempa Berdereş ji destipêka îsal  11 hezar û 684 kes bi xwasta xwe bi yekcarî ji kampê derkeftne û niha 5 hezar û 70 kes mane, ji wan ên derketîn hezar û 250 kes vegeryane Rojavayê Kurdistanê û yên din di nava bajarên Başûrê kurdistanê de dimînin.

Rêveberê Kampa Derdereş Bêwar Ebdulkerîm jî got: “Çend sedem hene ku penaber vedigerin Rojavayê Kurdistanê, yek ji wan sedema rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ye ku ber bi başiyê ve diçe. Sedema duyem jî ew e ku beşek ji wan xwedî dexl û dan in û wextê dirûna wan hatiye. Hine jî  navçeyên wan aram e, û şer lê nebûye.”