Li Tetwanê baran û zîpik bariyan: Rê û dikan di bin avê de man

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bêdlîsa Bakurê Kurdistanê, duh şev barana gur û zîpik bariyan.

Baran û zîpikê bandoreke xirab li trafîkê kir.

Li Tetwanê duh piştî barana gur demjimêrên êvarî zîpik bariya.

Rê û kolanên serekî û hinek dikan di bin avê de man.

Ji ber barana zêde û kombûna avê li Cadeya Cumhuriyetê pirsgirêkên trafîkê rû da.

Şaredariya Tetwanê bi 10 makîneyên kar û 55 karmendan dest bi xebatên valakirina ava li kolanan kir.