Nûnerê Amerîkayê Nicholas Granger ji bo vekirina deriyê Sêmalka serdana Hewlêrê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Wezareta Derve yê Amerîka bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger ji bo vekirina deriyê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê serdana Herêma Kurdista kir.

Berpirsê dosyeya Rojavayê Kurdistanê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de Nicholas Granger ji bo vekirina deriyê Sêmalka li Hewlêrê ye û dê ligel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive û hewl bide ku çareseriyek ji deriyê Sêmalka re were dîtin.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bidest xistine, şandiyê Amerîkî duh gihiştiye Başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê ye.

Tê çaverêkirin ku Nicholas Granger li Hewlêrê ligel Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive, ji bo ku careke din deriyê sînorî yê Sêmalka were vekirin.

Berî niha Rêveberiya Xweser tevî hewldan û navbênkariya Amerîkayê nehîştibû şandeke ENKSê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji bo ku beşdarî vekirina Muzexaneya Barzanî bibin.