Li Agiriyê 136 koçberên Efxan hatin dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, 136 koçberên Efxan ku bi awayekî deryasayî sînor derbas kirine, bi balafirê hatin dersînorkirin.

Rayedaran koçberên li Navenda Paşvaşandinê ya girêdayî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Agiriyê di bin çavdêriyê de diman bi minîbusan birin Balafirxaneya Ehmedê Xanî.

Piştî kontrola cendirmeyan ew li balafira Rêhewaya Efxanistanê hatin siwarkirin ku herin welatê xwe.

Li gor agahiyên Îdareya Koçê ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, tedbîrên rêlibergirtina koçberên bêdestûr û miemeleyên paşveşandina wan a li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam dikin.

Îsal bi 26 seferên charter 4 hezar û 278, bi seferên din jî 8 hezar û 345, tevahî 12 hezar û 623 koçberên deryasayî yên Efxan hatin dersînorkirin.

Ji serê salê vir ve tevahî 38 hezar û 279 koçberên bêdestûr hatin dersînorkirin ku hejmara yên ji Agiriyê hatin şandin 1920 e.