KERKÛK – Ji bo 7 kesan cezayê îdamê hat dayîn
Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê dadgehê cezayê îdamê da 7 kesên bazirganên madeyên hişbirî.
Li gorî daneyan li parêzgeha Kerkûkê bazirganiya madeyên hişbir û bikaranîna wê zêde bûye. Di heyama 5 mehên vê dawiyê de 31 kes ji ber bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir hatine girtin û ji bo 7 kesan ji wan jî biryara cezayê îdamê hatiye dayîn.
Kesekî ji ber bazirganiya madeyên hişbir hatiye girtin ji Rûdawê re diyar kir ku ew gelek poşman bûye û wiha domand: “Bi rastî min karekî pir xirab û nemirovî kir. Ez nizanim çi bibêjim. Tobe dikim. Ji Îranê ji bo me dihat û li bajarê Silêmaniyê diket destê min.”
Ev kesê ku bazirganiya madeyên hişbir dikir hemwelatiyê Tirkiyê ye û li Herêma Kurdistanê di heyama 2 salan de bazirganiya madeyên hişbir kiriye. Wî got, wan bi rêyên qaçax madeyên hişbir ji Îranê dianîn Silêmaniyê û ji wir jî derbasî bazara bajarên dî dikirin.”
Her çiqas nirxê madeya “krîstal” zêdetir be jî lê di bazarê de bikirrên wê zêdetir hene. Polîsên nehîştina madeyên hişbir, li Kerkûkê 2 kargehên behemanîna madeyên hişbir girtine.
Rêveberê Polîsên Nehîştina Madeyên Hişbir Faruq Ebdulkerîm jî derbarê vê yekê de wiha axivî: “Madeyên krîstal li Kerkûkê çêdikin û piştre li nav bazara Kerkûkê difiroşin. Temenê kesên ku bazirganiya wê dikin bi ser 40ê re ne û yên bikar tînin jî di navbera 20 û 25ê de ne.”
Dadnas û mamosteyê zankoyê Hawre Kemal da zanîn ku kesên ku tawanên bazirganiya madeyên hişbir dikin yan cezayê îdamê yan jî cezayê zîndanê yê heta hetayê dixwin û kesên ku bikar tînin jî 3 sal heta 15 salan cezayê girtinê distînin.