Li Şirnexê 2 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 2 kes hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, îro li gundê Çemê Şemoyê yê Şirnexê hêzên ewlehiyê bi ser malekê de girt.

Xwediyê malê C.S bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hat desteserkirin.

Li bajarokê Deşta Darê yê Hezexê jî Abdurrahîm Akmanê 55 salî hat desteserkirin.

Abdurrahîm Akman bi hinceta “propagandaya rêxistinê” bi biryara dadgehê hat girtin.