PAK, PSK, TDK-Tevger: Êrîş û şewitandina ofîsên partiyan li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - PAK, PSK, TDK-Tevger di daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş de êrîşên li ser ofîs û baregehên partî û rêxistinên Kurdî yên ser bi ENKSê ve li Rojavayê Kurdistanê û şewitandina wan ofîsan şermezar kirin û ragihandin, ev kiryar ne di berjewendî û xizmeta doza neteweyî ya miletê Kurd de ne. Her sê aliyan herwiha ji bo pêkanîna “yekîtiyeke netewî” careke din bang li ENKS û PYDê kirin.

Di çend rojên dawî de êrîşên li ser ofîsên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên ser bi vê encûmenê ve li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê zêde bûne û hejmarek ofîsên ENKSê, Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriye (PYKS) li Dêrik, Heseke û Kobanî rastî êrîşan hatin û hatin şewitandin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger) di daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş de êrîşên li ser ofîs û baregehên ENKSê û partiyên ser bi wê encûmenê ve li Rojavayê Kurdistanê û şewitandina ofîsên wan şermezar kirin.

Her sê alî di daxuyaniya xwe de dibêjin, “Ev demek dirêj e ku li Rojavayê Kurdistanê êrîş û şewitandinên li ser baregehên partî û rêxistinên Kurdan yên ku ne bi PYD-YPG re ne û endamên ENKS ne, berdewam dikin. Ev êrîş û şewitandin, di van rojên dawî de hîn zêdetir bûne. Ev ji bo tevgera neteweyî cihê metirsî û xemgînîyek mezin e.”

PAK, PSK, TDK-Tevger diyar dikin ku ew êrîş li dijî berjewendî û doza miletê Kurd de ye û dibêjin, “Em bi awayekî pir zelal diyar dikin ku ev êrîş û şeweitandinên bargehên partî û rêxistên Kurdan, girtina endamên rêxistinên Kurdan; bi darê zorê revandina xort û keçan, ne di berjewendî û xizmeta doza neteweyî ya miletê Kurd de ye û li dijî hemû prensîbên siyasî, neteweyî, demokratîk û mirovî ne. Rê li ber lihevkirina Kurd bi Kurd re digire.”

Di daxuyaniyê de, PAK, PSK, TDK-Tevger bang li Rêveberiya Xweser dikin ku dawî li wan êrîşên nerewa bîne û êrîşkaran ceza bike û dibêjin, “Em daxwaz ji “Rêveberiya Xweser” û dezgehên asayişê dikin ku pêşiya van êrîş û binpêkirina mafên siyasî û rêxistinî bigrin; tawanbaran destnîşan bikin û cezayên pêwîst li wan bibirin; da ku êdî dawî li van êrîş û tevgerên ne rewa bê anîn.”

Her sê aliyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê amej bi rewşa metirsîdar û aloz a navçeyê û cîhanê kirine û tekezî li ser parastina Rojavayê Kurdistanê kirine.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Rewşa navçeya Rojhilata Navîn û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê gelekî  aloz e. Şerê Rusya-Ukraynayê jî vê rewşa heyî aloztir dike.

Di vê rewşa taybetî û metirsîdar de, parastina Rojavayê Kurdistanê û geşkirina tevgera neteweyî li vî beşê Kurdistanê jî wezêfeyek bingehîn a her partî, rêxistin, tevgerên neteweyî, rewşenbîr û welatparêzên Kurd  e. Ev jî ancax bi pêkanîna hevkarî û yekitiyên neteweyî û demokratîk mumkun e. Divê em ji bîr nekin ku hevkarî û yekîtiya nav hêzên neteweyî yên Kurdan bi awakî giştî bi siyaseta dewletên mezin yên li navçeyê ne, lihevhatî ye û ev daxwaza wan e jî.”

PAK, PSK, TDK-Tevger banga hevkarî û yekîtiyê li ENKS û PYDê dikin û dibêjin, “Em careke din bang li ENKS, YPG-PYD dikin, ku li ser “Peymana Hewlêr û Duhokê”, bi beşdariya partiyên din yên ne di nav ENKS û PYNK ne, li ser xetek neteweyî û demokratîk hevkarî û yekîtiyek berfireh pêk bînin. Grûpperestî û ezezî dijminê bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk ê miletê Kurd e; dermanê vê nexweşiyê jî di hevkarî, yekitî û yekreziya hêzên neteweyî de derbas dibe.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de careke din ew alî êrîş û şewitandina baregehên partî û rêxistinên siyasî şermezar dikin û destnîşan dikin, “Divê ev êrîş di cêh de bêne rawestandin, sûcdarên van kiryaran bêne eşkere kirin û cezakirin.”

Roja 18ê Nîsanê, ofîseke ENKSê û PDK-Sê li Dêrikê, roja 19ê Nîsanê ofîsa PDK-Sê li Hesekê û roja 20ê Nîsanê ofîsên ENKSê, PDK-S û PYKS li bajarê Kobaniyê hatibûn şewitandin.

Rêveberiya Xweser û Asayişa Rêveberiya Xweser heta niha derbarê şewitandina ofîsên ENKSê û partiyên ser bi wê de ti daxuyanî nedane. Herwiha heta niha ti kesek ji ber êrişên ser ofîsên ser bi ENKSê ve nehatiye desteserkirin.

ENKS û PDK-Sê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û grûpên ser bi wê partiyê ve, bi taybet Rêxistina Ciwanên Şoreşgêr bi şewitandina ofîsên xwe tohmetbar dikin.