ROJAVA - Ji bo çêkirina rêyan budceyek hat terxankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Gazinên xelkê Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa xerab a rêyan her ku diçe zêdetir dibin, ji ber ku rêyên di nava taxan de, herwiha rêyên di nava bajaran de, gelekî bi kort û cal in.

Her salê hêviyên xelkê çê dibin, ku şaredarî wan rêyan çaksaz bike, lê dîsa jî hêviyên wan bicih nayên.

Şaredariya bajarê Qamişlo projeyek bi buhayê milyarak lîreyên Sûrî, pêşkêşî Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser kiriye, lê heta niha jî ew proje nehatiye pesendkirin.

Qedexeya derketina derve ji ber vîrusa koronayê jî ev prose bi paşde xistiye. Li gorî Desteya Şaredariyan a Rêveberiya Xweser, niha 50 heta ji sedî 60 ji rêyan xerab in û pêwîstiya wan bi çakkirinê heye.

Desteya Şaredariyan dibêje, par projeya wan negiha serî, lê tenê ji sedî 70 ji rêyan hatin çakirin û sedema wê yekê jî disipêre êrîşa Tirkiyê li ser Girê Spî û Serê Kaniyê, di Cotmeha 2019an de.

Rêveberiya Xweser, par ji bo çêkirina tevahiya rêyan li Bakur û Rojhilatî Sûriyê 30 milyon dolar weke budce veqetandibûn û 471 hezar û 969 metre sêgoşe ji ziftê hate raxistin.

Hêviya xelkê ew bû ku îsal ew rê bêne çêkirin, lê tirsa belavbûna vîrusa koronayê û qedexeya çûnûhatinê bibin sedem ku dîsa rêjeyeke mezin ji wan projeyan neyê bicihkirin.

Deste hêvî dike ku bikare serê meha Hezîranê dest bi ziftkirinê bike, proje jî ew e ku îsal di navbera %70 heta %80 ji rêyên xerab bêne çaksazkirin.

Desteya Şaredariyan ji Rûdawê re ragihand, ku ji bo 6 mehan, wan 26 milyon dolar taybet ji bo ziftê terxan kirine û veqtandine.

Çavdêr û pispor pirsgrêkê di qalîteya ziftê de dibînin, bi taybetî madeya MCO ku nahêle zift baş xwe bi hev bigire, lewma ji hev dikeve.

Pirsgirêka rêyan jî, li Rojavayê Kurdistanê ne nû ye, ew vedigere salên hikûmeta Sûriyê ku herêmên Kurdî di hemû waran de, bi taybetî ji aliyê xizmetguzariyê ve, her dem paşguh dixistin.