Li Colemêrgê lat bi ser 5 malan de ketin: 3 kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan - Li gundê Taşbaşi yê ser bi navenda bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, piştî baraneke zêde latên ku ji ser giran hatin xwarê bi ser 5 malan de ketin. Zerareke zêde gehişte malan û di encam de 3 kes birîndar bûn. Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin vegustin.
Bûyer derdora saet 02:00ê şevê li gundê Taşbaşi qewimî ku 53 kîlometre dûrî bajarê Colemêrgê ye.
Piştî baraneke zêde latên mezin ji çiyê ve hatin xwarê û bi ser 5 malan de ketin. Di bûyerê de zerareke zêde gehişte malên Bedel Kaya, Haci Çiftçi, Hasan Kaya, Nebî Akbay û Abdullah Kaya.
Parçeyên latan, dîwarên mala Bedel Kaya parçe kirin û derbas bûn ku 9 kes têde dijiyan. Di vê navberê de Bedel Kaya, hevjîna wî Pirûz Kaya û kurê wan Dilgeş Kaya birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin veguhestin.
Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e. Li malên din jî xelkê bi zorê xwe ji ber latan rizgar kirin.