Li Wanê berf û mij
Navenda Nûçeyan - Li ser rêya Wan û Colemêrgê li ajokaran ji ber berf û mijê ketin tengasiyê û hêdî hêdî wesaiyên xwe ajotin.
Berfa ku bi şev barî jî li navçeyên Miks, Şax û Elbak bû sedema mijê.
Stûriya berfê heta 20 santêmî derket û tîmên şaredarî û rêbejan amade bûn.
Ajokar Kamuram Songelen diyar kir ku li bajarên rojavayê meriv dikevin behrê, ev berf di heyameke wiha de ye ku bû surprîz û wiha got: "Em hê li Elbakê komirê dişewitinîn. Otomobîla min ji ber sermayê naxebite. Zivistana îsal dirêj bû.”