PAK: Bi rojnamegeriya kurdî çanda rewşenbîriya nûjen dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta 119emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek weşand û got; “Heta îro jî rojnamevanên kurd ji ber kiryarên dewletên desthiladar nikarin erka xwe bi awayeke azad bi cîh bînin. Weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadiya wan tê girtin.”

 

Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê bi helkefta 22ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek weşand û diyar kir; “Rojnameya pêşîn a kurdî, Kurdistan, di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji aliyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. 75 salan piştî derketina vê rojnameyê, di 1973an de li Kurdistana Başûr, 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegeriya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.”

 

PAKê dîroka rojnamegeriya kurdî weke “Beşa herî girîng a dîroka vê sedsala gelê kurd” binav kir û daxuyand; “Derketina rojnamegeriya kurdî, destpêka qonaxa hişyarbûn û têkoşîna xwe avakirina neteweyî ya modern a gelê kurd e. Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî ya modern dest pê kir.”

 

Di daxuyaniya xwe de PAKê balkişande ser şert û mercên zehmet ên rojnamegeriya kurdî û got; “Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran kovar û rojnameyên kurdan derketine. Lê hertim dewletên kolonyalîst li hember van kovar û rojnameyan, li hember berpirsiyar û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirin e. Di vî warî de zilma li ser berpirsiyar, nivîskar û heta xwendevanên rojnameya Kurdistanê (1898) bigrin heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam e.

 

Gelek rojnamevanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindan kirin û kuştin, di salên 90î de li Kurdistana Bakur, rojnamevanên wek Musa Anter, Huseyin Deniz, Medet Serhat, Hafiz Akdemir û hîn gelekên din ji aliyê dewleta tirkan ve hatine kuştin.”

 

PAKê destnîşan kir, ku heta îro jî rojnamevanên Kurd nikarin erka xwe bi awayeke azad bi cîh bînin, weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadiya wan tê girtin. Herwiha di şerê ku li Bakurê Kurdistanê de jî rojnamevan bûne hedefek berçav. Ji aliyê dewletan ve tên zindankirin û tên qetilkirin.

 

Di dawiya daxuyaniya xwe de PAKê got; “Rojnamegeriya kurdî ji aliyekê ve mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.”