HESKÎF – Bajarê dîrokî di bin avê de dimîne

Heskîf (Rûdaw) – Tirba Zeynel Begê kurê Hesenê Dirêj ê Pêşewayê Dewleta Akkoyînî, 650 sal e li nevçeya Heskîfa Êlihê ye. Lê niha plana veguhestina civê vê tirbê tê kirin. Bi temambûna rojeya bendava Ilısûyê dê hezar û 257 şûnwarên dîrokî bikeve bin avê.

 

Wezareta Parastina Heyîneyên Kelepûrî ya Tirkiyeyê bi projeyeke 30 milyon dolarî hewl dide Tirba Zeynel Begê ji binavbûne rizgar bike. Bi alîkariya kompanyeyeke hollandî dê ev şûnwar, ji bo erdeke din were veguhestin.

 

Şaredarê Heskîfê Abdulvahap Kusen dibêje; “Ev rêbazeke nû ye, ku li Tirkiyê yekemîn car em diceribînin. Dê ji 3 beşan beşekê vê berhemê di şunda bimîne; lê ew aliyên wê yên ku xelk eleqe nişan didin emê veguhêzin.”

 

Ji bo vê berhemê riyeke bi 2 kîlometre dirêj hatiye vekirin û ev berhema hezar û 100 tonî dê bi meşîneyeke taybet, bi alikariya 52 endezyaran, di 8 seetan de ji cihê nû re were veguhestin. Her wisa ev rêbazeke nû ye ku yekem car dê li Tirkiyeyê were ceribandin.

 

Şaredar Kusen diyar dike; “Li ser treylerên ku gelek tekerlekên wê ango pencereyên wê hene, dê ev veguhêstin pêk were. Ji ber barîna baranê ev yek di 18ê vî mehê de pêk nehat. Niyeta me heye ku em di nav 15 rojan de vê tirbê ji vê derê rakin.”

 

Îsal dê beriya Çemê Dîcleyê bê girtin û weke Tirba Zeynel Beg bi hezaran berhemên bajaroka Heskîfê dê  yek bi yek di bin avê de bimînin. Ev tê wateya têkçûyîna geştyariya bajarokekê ku temenê wê digihîje devdevê 12 hezar salan.  

 

Geştiyar Mehdî Goçer jî dibêje; “Berê gelek geştyar dihatin Heskîfê. Bi hezaran kes sal 12 meh li vê derê bûn. Niha hemû şûnwarên dîrokî girtî ne, ji ber wê jî kesek nema tê vê derê.”

 

Heskîf ji dîroknasan re wek laboratuar, ji geştyar û seyranîyan re wek navçeyeyeke sereke ye. Bêguman têkçûyina vê navçeyê wek şûnwarên kevnar dê kêf, bîr û hizrên sewdaliyê wê jî, bixe bin avê.

 

Navçeya Heskîfê 35 kîlometreyan başûrê bajarê êlihê ye û li herêma Remiyan e. Di dîrokê de di bin hukumraniya Roma, Bizans, Emewî, Ebbasî, Eyyubî, Hemdanî, Merwanî, Artukî, Mogolî Akkoyunî û Osmaniyan de maye.