FLAŞ - Kantona Cizîrê: Sûriyê hêzên veşartî li Qamişlo bicih kirin

Qamişlo (Rûdaw) – Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê derbarê şerê li Qamişlo di navbera hêzên Asayişê û hêzên Hikûmeta Sûriyê de yekemîn daxuyanî da. Kantona Cizîrê ragihand, hikûmeta hêzên veşartî li Qamişlo di nav gel de bicih kirine û tekez kir, ew li hember êrişên Hikûmeta Sûriyê bêdeng namînin û dê xelkê biparêzin.

  

Desteya Karûbarên Navxweyî ya Kantona Cizîrê li ser êrîşên hêzên Hikûmeta Sûriyê li ser bajarê Qamişlo daxuyaniyek nivîskî belav kir.

 

Desteya Karûbarên Navxweyî ya Kantona Cizîrê ragihand ku ew li hember êrîşên hêzên hikûmeta yên li dijî welatiyên sivîl ên bajarê Qamişlo bêdeng namînin û ew dê hemû pêkhateyan biparêzin.

  

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, ku bûyerên ku li Qamişlo diqewimin, ne tesaduf in û berê amadekarî jê re hatine kirin.

Desteya Navxweyî ya Kantona Cizîrê da xuyakirin, ku armanca hêzên girêdayî hikûmeta ji êrîş û pevçûnên vê dawiyê derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyên bajarê Qamişlo de ye.

 

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hêzên  rejîmê di nava gel de, komên veşartî bicih kirine, ew kom bi çek kirine. Piştre jî bi armanca derxistina fîtneyê, tevlîhevî di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan de derxist.”

 

Herwiha amaje bi wê yekê hat dayîn, ku sedema pêkhatina êrîşan di vê demê de, binketina danûstandinên Cinêv – 3 ye. Desteya Karûbarên Navxweyî ya Kantona Cizîrê destnîşan kir: “ Ji ber ku danûstanên Cinêv -3 ên di navbera rejîmê û opozisyonê de, bin ketin, rejîm dixwaze ku xwe weke serkevtî nîşan bide û xwe bihêz nîşan bide û bêje ku ez hîn li ser desthilatdariyê me. Ji bo vê  jî êrîşî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya ku   li ser esasê netewa demokratîk û biratiya  gelan hatiye avakirin, dike.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de ew yek hat gotin: “Em weke Desteya Karûbarên Navxwe û Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişê dê li hember van êrîşên li dijî gelên me yên sivîl ên bajarê Qamişlo, bêdeng nemînin.”