Li Efrînê salvegera rojnamegeriya kurdî hat pîrozkirin

 

Comerd Hemdoş

Efrîn (Rûdaw) – Li bajarê Efrîn ê rojavayê Kurdistanê bi boneya 115. Salvegera rojnamegeriya kurdî ji aliyê Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve mîhrîcanek hat sazkirin.

Di mîhrîcana ji aliyê ENKSê ve hatî sazkirin de nêzî 350 kes beşdar bûn. Merasîm li salon Jîn Efrîn hat lidarxistin.

Mîhrîcanê bi merşa neteweyî ‘Ey Reqîb’ dest pê kir. Piştre deqeqiyekê rêz ji bo giyanê şehîdên Kurdistanê hat girtin.

Gotara ENKSê ji aliyê Dr. Ebdilmecîd Şêxo ve hat xwendin. Şêxo li ser dîroka rojnamegeriya kurdî axivî.

Gelek rewşenbîr, parêzger, ciwan, helbestvan û pizîjkên kurd ji aliyê ENKSê ve hatibûn vexwendin. Di merasîmê de gelek helbest û axaftinên li ser rojnameyên kurdî hatin gotin.

Di dawiya mîhrîcanê de jî 4 rewşenbîr û nivîskar ji aliyê ENKSê ve hatin xelatkirin.

Yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistan, 22ê Nîsana 1898an ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve hat derxistin. Ev roj di nava kurdan wekî roja rojnamegeriya kurdî hatiye destnîşan kirin.