Li Newroza Amedê 80 kes hatin desteserkirin

Qada Newroza Amedê / Wêne: Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di şahiya Newrozê de bi hinceta ala û cil û bergên Kurdî 80 kes hatine desteserkirin.

Bi pêşengiya DEM Partiyê 21ê Adarê li Parka Newrozê şahiyeke mezin hat sazkirin.

Qada Newrozê 136 hezar metre çargoşe erd bû û ji bo ewlehiyê 10 hezar polîs hatibûn erkdarkirin.

Hêzên ewlehiyê li 6 deriyan pişkinîn dikirin û di wê demê de bi hinceta ala û cil û bergên Kurdî 80 kes hatine desteserkirin.

Her wiha kar û barên yasayî yên kesan ku hatine desteserkirin berdewam in.