Hevpeymaniya Ked û Azadiyê îro helwesta xwe ye li ser berbijêrê Serokkomariyê eşkere dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serkêşiya wê dike,  îro Çarşemê helwesta xwe ya li ser berbijêrê Serokkomariyê eşkere dike.

Biryar e îro Çareşemê 22ê Adara 2023an Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku HDP serkêşiya wê dike li Enqerê hewlwesta xwe ya li ser birbijêrê Serokkkomariyê bo hilbijartinên 14ê Gulanê, di demjimêr 11.30an de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere bike.

Heta niha hevpeymaniya Ked û Azadiyê bi fermî ranegihahandiye ku dê bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bibe yan jî dê piştevaniya berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bike. Lê hevserok û berpirsên HDPê ku partiya herî mezin a wê hevpeymaniyê ye bi germî li berbijêriya Kiliçdaroglu dinêrin.

Kemal Kiliçdaroglu jî roja Duşemê 21ê Adara 2023an ji bo wergirtina piştevaniyê li Parlamentoya Tirkiyê serdana HDPê kiribû.

Kiliçdaroglu û hevserokên HDPê piştî civînê daxuyaniyek dabûn çapemeniyê.

Serokê CHPê ragihandibû ku pirsa Kurd jî di nav de cihê çareseriya hemû pirsên Tirkiyê li Parlamentoyê ye.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî gotibû: “Ji bo ku em nîşan bidin çareseriya pirsa Kurd di bin sîwana parlamentoyê de divê bê kirin, em îro li parlamentoyê civiyan. Ji ber vê yekê me birêz Kiliçdaoglu û şandeya gel wî li vê derê pêşwazî kir. Di serê de ji bo çareserkirina pirsa Kurd û gelek mijarên din me gotûbêj kir ku piştî hilbijartinan em çawa tevbigerin.”