4 xort li Rojhilatê Kurdistanê bi gazê jiyana xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Birûcêrd ê Rojhilatê Kurdistanê 4 kesên genc bi sedema jehrîbûna bi gazê di malekê de jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberê Hawarçûnên Pizîşkî li Parêzgeha Loristanê, Mehdî Xeybî ragihandiye, ew 4 kes li taxa Çil Dezge ya bajarê Birûcêrdê jiyana xwe ji dest dane û sedem jî jehrîbûna wan kesan bi gaza malan e.

Rêveberê Saziya Tendirustiya Birûcêrdê, Mesûd Kerîmî jî dibêje, her 4 kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane genc in, xizmên hev û endamên malbatekê ne.

Li gor medyaya fermî ya Îranê, navê wan xortan wiha ye; Riza Şahwêrdî, Elî Mulkî, Hemîd Sefer Beyranwend û Mihemed Sefer Beyranwend.

Termên her çar xortan îro Sêşembê 22ê Adara 2022an li Goristana Darulselam a Birûcêrdê hatin veşartin.

Li gor amarên pizîşkiya dadê ya Loristanê, di 9 mehên dawiyê yên sala bihorî de 15 kesan li sînorê wê parêzgehê bi sedema jehrîbûna bi gaza malan jiyana xwe ji dest dane.