Li Sûriyê pîşesazî di rewşeke xirab de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyê krîzê û şerê navxwe wek gelek warên din bandorek gelekî zêde li pîşeyên kelepûrî jî kiriye. Li Şama paytext herdû pîşeyên çêkirina şûşe û tawlayê ji ber nebûna pîşesaz, bazara firotinê û hinardekirinê di rewşek xerab de ne.

 

Xwediyê kargeha şûşeyan Xalid Helaq diyar kir: “Ev pîşe gelekî kevnar e, bi rêya bapîran giha bavan û bi rêya bavan jî giha zarokan, ji ber krîza Sûriyê ev pîşe rûbirûyî zehmetiyê bûye, geştyarî bo nav welat nema, derdora kargehê hat topbarankirin, bandoreke zêde li me kir.”

 

Şerê navxwe yê Sûriyê ne tenê bandor li çêkirin û firotina berhemên pîşeyên kelepûrî û kevnar kiriye, herwiha bandor li hawirdekirina meteryalên seretayî jî kiriye.

 

Pîşesaz Ziyad Şayib eşkere kir: “Berî krîzê aboriyeke me ya bihêz hebû, me berhemê xwe hinarde dikir, her hefteyekê me barek dişand derve, niha berhemekî zêde di enbarê de li ba me heye, herwiha em nikarin sifir jî ji derve hawirde bikin, ji ber cezayên aborî ne firotin û ne hinardekirin heye, tevî wê yekê jî ne elektrîk heye, û karker jî nînin.”

 

Li gor Sendîkaya Pîşeyên Destî li Şama paytext, niha ciwanên welat berê xwe dane komputer û amûrên elektronîk, vê yekê jî bandoreke zêde li pîşeyên kelepûrî kiriye, lê tevî wê yekê ew dixwazin nifşekî nû fêrî wan pîşeyan bikin, daku ji nav neçin.