Li Dêrsimê dîsa bû zivistan!


Dêrsîm (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, di yekemîn şeva biharê de berfek giran barî û rêya 259 gundan hat girtin.

Li her çar aliyên Kurdistanê bihar û Newroz e lê li Dêrsimê dîsa bû zivistan.

Dêrsimiyên ku li benda rojeke germtir û biharî bûn, dema ji xewê rabûn berfê “deriyê wan girtibû”.

Barana ku çend roj e berdewam dibare, nîvê şeva berê ji nişka ve veguhezî berfê û rêyên 259 gundan daxist.

Ji ber berf û balinca ku bênavber dibare, cî bi cî rêyên hatûçoyê yên Dêrsîm-Pilemoriya, Dêrsîm-Ezirgan û Dêrsîmê-Pertekê hatin girtin. Tîmên paqijkirinê yên şaredariyê mijûlî vekirina rêyan in.