QAMIŞLO – 200 hezar hebên hişbir hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxweli ser rêya Qamişlo û Hesekê, dest danî ser 200 hezar hebên hişbir.
Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev heb di du tankerên veguhastina petrolê de girtin.
Li gorî agahiyan, du tankerên ku 200 hezar hebên Captagonê di wan de bûn li ser rêya Qamişlo-Hesekê hatine girtin.
Hêzên Elehiya Navxwe da zanîn, wan dixwest van heban li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bikin.