Semsûr: Her şev diçe cihê ku keç û hevjîna xwe ji dest dane
Hewlêr (Rûdaw) - Çîrokên dilêş ên mexdûrên erdheja Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam in, her kes kul û derdê xwe vedibêje. Li Semsûr a Bakurê Kurdistanê Ezîz Guneş her şev diçe cihê ku keç û hevjîna xwe lê canê xwe ji dest dane.
Hevjîna Ezîz Hulya Mehmûd a 32 salî û keça wê Navalîna ya 9 mehî di erdheja 6ê vê mehê de canê xwe ji dest dan.
Ezîz Guneş ev 12 sal bû ku li Fransayê dijî û dema cara dawî keça xwe dît, 3 mehî bû.
Ezîz Guneş dibêje, “Ez çûm derê dûr ji bo ku bişixulim lê ku ez hatim kurkulfetê (malbat) min hemû di bin axê de mane. Me xanî kirîn ku em tê de rehet bikin lê me ji xwe re mezar (gor) kirîbûye.”
Heta niha jî di mala Ezîz de dengê şîn û giriyê bilind dibin. Dayika wî bi kesî aram nabe, di şûna neviya xwe de wêneyên wê hembêz dike û kesera wê ew e ku rojekê nevî û bûka wê bi saxî di bin kavilan de mabûn lê kes tunebûye ku wan rizgar bike.
Ji bilî wan her duyan dayik û bavên bûka wê jî di erdhejê de canê xwe ji dest dane.
Dayika Ezîz, Zeynep Mihemed dibêje, “Ser serê me toz û dûman, me nizanibû ku çi hate serê me. Me bi zorê serê xwe filitand ser vê peyarêyê, me li pişt xwe nihêrî, me got qey tenê avahiyên cîranan hilweşiyane, tu nabêjî mala bûkê jî wêran bûne. Van (hevjînê wê) baz da ji bo cîranan, me nizanibû ku yên me jî di bin de mane.”
Malbata Ezîz hîn li ser kolanan e û di bin konekê de dijîn, dibe ku careke din mala xwe ava bikin lê ev yek dilê wan xweş nake û kêfê naxe nav jiyana wan a xemgîn.
Li her taxên vî bajarî, bi dehan konan bibînin ku çîrokên xemgîn, trajîk tê de hene û piraniya wan nikarin bawer bikin ku çi hatiye serê wan.