Derbendîxan (Rûdaw) – Tenê di nav 3 rojan de 107 milyon metre sêca av kete Bendava Derbendîxanê û berhemanîna elektrîkê ya ji wê bendavê jî gihiştiye 150 megawatt.
Ji ber barana ku çend rojên borî li Başûrê Kurdistanê bariya, asta ava di nav Bendava Derbendîxanê de bilind bûye, lê pirsgirêka berpirsên bendavê ew e ku ji ber erdheja meha Mijdara 2017an gefek li ser bendavê heye û nikarin avê li nav bendavê bidin sekinandin, ji ber vê yekê jî di nav 3 rojan de 30 milyon metre sêca av berdane.
Di her çirkeyekê de 50 metre sêca av tê berdan û 35 megawatt elektrîk tê berhemanîn, lê niha ji ber zêdebûna ava bendavê di her çirkeyekê de 280 metre sêca av tê berdan û berhemanîna elektrîkê li Bendava Derbendîxanê gihiştiye 150 megawatt.
Bendava Derbendîxanê 2 milyar û 600 milyon metre sêca av digre, lê ji ber metirsiyên erdhejê, niha şiyana komkirina avê milyarek û 500 milyon metre sêca av e û divê milyarek û 100 milyon metre sêca valahî bimîne daku bendav ji hilweşînê were parastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse