Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herîma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, hikûmet niha pêdaçûnê li ser sîstema pakeftina meaşan dike û hewldidin meaşên karmend û meaşxuran di dema xwe debidin.
Berdevkê Hikûmeta Herîma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro Çarşemê (22-02-2017) di civîneke rojnamevanî de bersiva pirsa Rûdawê da û ragihand; “Hikûmet niha sîstema paşketina meaşan lêkolîn dike. Ji bo meaş di dema xwe de bên dayîn komîsyon hatine avakirin.”
Sefîn Dizeyî daxuyand, ku di destpêka sala 2016ê de hikûmetê biryara paşketin û kêmkirina meaşan daye û ev biryarekî zehmet bûye ji bo hikûmetê û got; “Aliyên pêwendîdar niha mijûlî sererastkirina vî mijarî ne. çi biryar bê stendin dê di berjewendiya meaşxuran de be.”
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir; “Komîsyon li ser 3 xalan disekinin. Dahata hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşniyarên Wezareta Darayî û pêşniyazên komîsyonên lêkolînê pêşkeşî Civata Wezîran kirine dê bên nirxandin.”
Dizeyî got; “hikûmet dixwaze meaşên hemû kesan di dema xwe de bide. Ev paşkeftin ne bi daxwaza hikûmetê lê bi neçarî bûye.”
Ji ber krîza darayî hikûmeta Herêma Kurdistanê di destpêka sala 2016ê de biryar da, meşaên karmend û meaşxuran ji sedî 25 heta 75 kêm bike.
Beşek ji meaşxuran û bi taybetî jî mamosteyan ev biryar protesto kir û bi vî armancî heta dawiya meha Kanûna 2016ê jî mamosteyên gelek dibistanên Silêmanî, Helebce û naveyên wan neçûne dibistanan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse