Li Wanê erdhej
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehmûdiyê ya parêzgeha Wanê Bakurê Kurdistanê bi hêza 4 pileyan erdhejek çêbû.
Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku îro li navçeya Mehmûdiyê ya Wanê erdhej çêbû.
Li gorî Rasatxaneya Kandîlliyê, erdhej demjimêr 07:53yan çêbûye û hêza wê 4 pile bûye.
Rasatxaneya Kandîlliyê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 5 kîlometre bûye.
Navçeyên derdorê heta sinorê Rojhilatê Kurdistanê jî hest bi erdhejê hatiye kiriye.
Li aliyê din, AFADê jî ragihand ku hêza erdhejê 3,6 pile bûye.