PWK: Komara Kurdistanê serbilindiya hemû Kurdistaniyên cîhanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya 78emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, “Komara Kurdistanê serbilindiya hemû Kurdistaniyên cîhanê ye.”

Komara Kurdistanê 22yê Kanûna Paşîna1946an li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed hat ragihandin.

Komara Kurdistanê di roja 17yê Kanûna Peşîna 1946an de ji aliyê Îranê ve hate rûxandin.

Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji aliyê Îranê ve hatin îdamkirin.

PWKyê bi boneya damezrandina Komara Kurdistanê daxuyaniyek da û got:

“Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelekî mezin û girîng e ku hemû Kurdistaniyên cîhanê pê serbilind bin.

Jiyan, helwest, şexsiyet û wesiyet û parastnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendiya Kurdistanî û armanca Komara Kurdistanê pêşkêşî me dike.”

“Pêkanîna wesiyeta Pêşewa Qazî Mihemed dê rê li be azadiyê veke”

PWKyê amaje bi wê yekê kir ku pêkanîna wesiyeta Pêşewa Qazî Mihemed dê rê li ber azadiya her çar perçeyên Kurdistanê veke û got:

“Gava ku em vê wesiyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzaniyê nemir, yê Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad bibe.”

PWKyê herwiha rêberên Kurd bi bîr anî:

“Di 78emîn salvegera îlankirina Komara Kurdistanê de, em Pêşewa Qazî Mihemed, Pêşewayê Leşkerî yê Komara Kurdistanê Mele Mustafa Barzaniyê nemir û hemû damezranêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.”