Li Bakurê Kurdistanê hişkesaliyeke dijwar despê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê li gorî  ew asta  ku tê xwestin berf û baran nebariye. Niha %60ê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li jêr bandora hişkesaliyê de  ye û gelek ziyan gihştiye sektora cotkariyê, herwiha asta ava bin erdê jî daketiye û li her cihî welatî nikarin dexl û danan av bidin û metirsiya jinavçûna berhema îsal heye.

Em di Çileyê zivistanê de ne lê hêj li Bakurê Kurdistanê li gorî asta tê xwestin berf û baran nebariyaye.

Li zeviyên çandiniyê yên li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji niha ve nîşanên hişkesaliyeke dijwar despêkirine û yên ku herî zêde ji vê yekê zerarmendin cotkar û ajaldar in.

Rêveberê Zanîngeha Çandiniyê Prof. Dr. Mehmet Ali Çullu got: “Rêveberiya keşnasiyê bi awayek gelek baş nexşeyên hişkesaliyê yên sê mehan, şeşmehan û salekê belav kirin. Dema em lêkolînê li ser dikin, em dibînin li herêma başûrê Rojhilat Anedolê, rojhilatê Anedolê û beşek ji naverastê Anedolê hişkesaliyeke dijwar heye. Li van deveran li gorî pêwîstiyên demsalê baran nebariye, ax hişk maye û çandiniyê û giya nekariye serî ji bin axê derîne û berhema pêwîst derneketiye û ev xeteriyeke. Sala 2023ê di aliyê hişkesaliyê de bi pirsgirêk despêkir.”

Niha %60 Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li jêr bandora hişkesaliyê de ne. Ji ber germbûna hewayê û kêmaviyê çandiniya di erdên demi de şîn nebûye. Her wiha asta ava jêr erdê jî daketiye û li her cihê welatî nikarin dexl û dan av bidin û metirsiya jinavçûna berhema îsal heye.

Cotkar Mehmet Belît jî got: “Li gorî par îsal baran gelek kêm barî, darên me jî di nav zeviyê de man. Êdî em divê genim jî av bidin.”

Cotkar Tuncay Dagli jî dibêje: “Di navbera par û îsal de ferqek zêde heye. Par şitil di destê me de nemabûn, lê îsal li vir mane, li wî alî mane.”

Her sala ku diçe hişkesalî zêdetir dibe û asta barînê kêmtir dibe.

Li gor amarên   Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê di Kanûna 2022an bi awayek navendî li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 36,3 mîlîmetre berf û baran bariyabû, lê di heman meha sala 2021an de  84,2  mîlîmetre berf û baran bariyabû. Wate di nava salekê de rêjeya berf û baranbarînê ji sedî 57 kêm bûye.

Di Kanûna 2022an de rêjeya herî zêde ya barînê bi 112,5 mîlîmetreyan li bajarê Antalyayê bariyaye û herî kêm  jî bi 7,9 mîlîmetre li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê bariyaye.

Li gor heman amaran daketina asta berf û baranbarînê herî zêde bi rêjeya ji sedî 75 li van parêzgehên Bakurê Kurdistanê bûye.

Her wiha rêjeya herî kêm berf û baranbarînê û hişkesaliya 27 salên borî li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê hatiye tomarkirin.

Pispor dibêjin eger bi vî awayî berdewam bike dê hişkesaliya îsal ji her du salên borî jî dijwartir be.