Ji bo PAKê destûr hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi pankartan ji malbatan daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijêrin.

PAKê ragihandibû ku wan roja 17ê Çileya 2022yan serî li şaredariyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar a Amedê dabûn, da ku bikaribin pankartan darve bikin, lê herdu şaredariyan jî îzin nedan ku ew pankartan darve bike.

Piştî ku PAKê daxuyanîyek belav kir û raya giştî di heqê helwesta herdu şaredarîyan de agahdar kir; Endamê Komîteya Birevebir a Navnedî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt, li gel Parêzgehê Amedê û li gel Serokşaredarê herdu şaredarîyan hinek hevdîtin kir.

PAK dibêje ku piştî van hevdîtinên Abdurrahman Kurt, rêvebirên Şaredarîyên Yenîşehîr û Kayapinarê li berpirsyarên PAKê geriyan û gotin “Di ve meseleyê de xelet têgihîştinek heye. Hûn dikarin pankartên xwe darve bikin”.

Li ser van gotinên rêvebirên herdu şaredariyan, PAKê di roja 21.01.2022yê de, li hinek cadeyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinarê  pankart darve kirin û ji malbatan daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijêrin.