Li Mêrdînê 4 muxtar hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê 4 muxtarên ku bi îdiaya peywendiya wan bi PKK/KCKê re heye ji kar hatibûn dûrxistin hatin desteserkirin.

 

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve tê birêvebirin polîsan li navçeya Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin.


Li gorî agahiyan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê de derheqê 4 muxtarên ku bi îdiaya peywendiya wan bi “rêxistina terorê” re heye û ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ji kar hatibûn dûrxistin, biryara girtinê hat derxistin.


Bi operasyona hevwext a Rêveberiya Fermandariya Cendirmeya Wîlayeta Mêrdînê 4 muxtar hatin desteserkirin.


Karûbarên wan muxtaran li Rêveberiya Ewlekariya Mêrdînê berdewam e.