Ji partiyên Kurdan banga Efrînê

Amed (Rûdaw) – Çend partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê derbarê êrişa Tirkiyê ya ser  Efrînê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

 

Derbarê êrişên ser Efrînê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî di roja seyem a operasyonê de li Amedê daxuniyek hevbeş dan.


Di daxuyaniya partiyên Kurdan de hat gotin: “Dewleta Tirk bi salan e li Tirkiyê, niha jî li ser sê parçeyên Kurdistanê li hemberî Kurdan şerekî dijwar û bêpergal dimeşîne. Hedefa vî şerî pêşî lêgirtina azadî, rizgarî, serxwebûn û xwe bi rêvebirina Kurdan a li Kurdistanê ye. Divê bê zanîn ku ev êrîşa Dewleta Tirk a li ser Efrînê jî perçeyekî vê siyaseta tunekirina Kurdan e.


Gelê Kurd gelekî niştecihiyên herî kevin ê li ser axa xwe ye. Li ser axa xwe jî wek miletên din desthilatdarî mafê wan ê dîrokî,civakî û sîyasî ye. Xwedî liderketina vî mafî di serî de peywira gelê Kurd bi xwe û ya cîhana demokratik e.”


Di berdewamiya daxuyaniyê de partiyên navborî dibêjin: “Em weke partî, sazî û rêxistinên Ķurdistanî van êrîşan red dikin û dizanin ku ev êrîş tenê ne li hemberî Efrîn, an jî hin Kurdan e, li hemberî tevahiya Kurdan e. Di vî şerî de sivil û zarok tên qetilkirin û axa me tê wêrankirin. Em dê bi tevahiya derfetên xwe li dijî van êrîşên ku li ser maf û azadiyên gelê me pêk tên, rawestin û têbikoşin.”


Ev partî bang li AK Partiyê dikin û radigihînin: “Li vî welatî bi şer û pevçûnan û tunehesibandina Kurdan heta niha ti pirsgirêk nehatine çareserkirin. Bi israrkirina van polîtikayan jî xuyaye ku pirsgirêkên herêmê nehatine çareserkirin û nayên çareserkirin jî. Divê dewleta Tirk bi gelê Kurd û rayedarên gel û civakên li herêmê dijîn re bi rêyên diyalog û aştiyê pirsgirêkan çareser bike.


Desthilatdariya AKPê vê êrîşa li ser Efrînê wek operasyoneke aştiyê bi nav dike û dixwaze raya giştî ya xwe û ya navneteweyî bixapîne. Her kes jî dizane ku di eslê xwe de ne wisa ye. Ev şerekî li hemberî destkeftiyên gelê Kurd e û dixwaze ku Kurd li herêmê nebin xwedî statuyekê.”

 

Partiyên Bakurê Kurdistanê wiha bangê civaka navnetewî û Kurdên li her parçeyên Kurdistanê jî kirin: “Li ser vê esasê em bang li tevahiya civat, sazi, dewlet û kesên xwedî wîjdan dikin ku van êrîş û polîtîkayên hikûmeta AKPê, ên dagirkeriyê rawestînin. Em li her çar parçeyan da banga gele Kurdistanê dikin, çalekiyen demokratik pek binin.”