Mêrdîn - Karkerek ji qata 6an ket û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê karkerek dema dixebitî ji qata 6an ya avahiyê ket û canê xwe ji dest da.

Li taxa Yenêşehîrê ya Mêrdînê karkerê bi navê Bîlal Gumuşê 44 salî dema ku dixebitî lingê wî şemitî û ji qata 6an a avahiyê ket.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî lêkolîna tîmên tenduristiyê hat ragihandin ku karkerê 44 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Li gorî rapora Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG), di Çiriya Pêşîna îsal de herî kêm 164 karkeran canê xwe ji dest daye ku 42 ji wan yên sektora çêkirina avahiyan e.