14 baroyan li ser kuştina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê daxuyaniyek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê 14 baroyan bi daxuyaniyeke hevbeş xwest ku kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê were lêkolînkirin.
Rojnamegerên ji Bakurê Kurdistanê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku bi armanca şopandina rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê bûn doh li nêzîkî Bendava Tişrînê di êrişa dronên Tirkiyeyê de hatin kuştin û şofêrê otomobîlê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.
Kuştina her du rojnamegeran karvedan li pey xwe anîn.
14 baroyên Bakurê Kurdistanê bi daxuyanieyeke hevbeş kuştina her du rojnamegeran şermezar kir û xwest ku berpirsên kuştina wan werin diyarkirin û derbarê wan lêkolîn bê destpêkirin.
14 baroyên Bakurê Kurdistanê yên ku daxuyaniya hevbeş îmze kir ev in:
Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Dîlokê, Baroya Çewlîgê Baroya Bedlîsê , Baroya Dêrsimê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ragihandibû ku roja pêncşemê saet 15:20an otomobîla ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tê de bûn li di navbera Bendava Tişrînê û nahiyeya Sirînê de ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hatiye armanckirin û di encamê her du rojnamegeran canê xwe ji dest daye.
Nazim Daştan ji navçeya Giyadînê ya Agiriyê ye û Cîhan Bîlgîn jî ji navçeya Midyadê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.
Bölge Barolarından Ortak Açıklama;
— Van Barosu - Baroya Wanê - Van Bar Association (@VanBaro) December 20, 2024
Basın emekçilerinin hedef alındığı saldırıyı kınıyoruz. pic.twitter.com/9zuvQiYvNN