Semsûr: 2 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke navenda wê li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê de 2 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin.

Li gorî zanyariyan tîmên Fermandariya Cendermeyan a Semsûrê bi fermana Serdozgeriya Komarê bi hinceta eşkerekirina kar û çalakiyên PKKyê operasyonek da destpêkirin.

Tîmên cendermeyan di çarçoveya wê operasyonê de ku navenda wê li Semsûrê bû, li Rihayê 2 kesên bi navên F.O û Z.O bi îddiaya ku “wêneyên wan li gel endamên PKKyê hene û alîkariya PKKyê dikin”  destserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî piştî karûbarên yasayî birin Dadgeha Semsûrê û bi biryara dadgehê hatin girtin.