Çankiri– Kesekî bavê xwe kuşt û paşê hewl da di sobeyê de bişewitîne!

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Çankiriyê ya Tirkiyeyê, kesekî bavê xwe kuşt û piştre hewl da termî wî di sobeyê de bişewitîne.

Bûyerê doh li taxa Karatekînê ya navenda bajarê Çankiriyê rû da.

Li gorî zanyariyan, di navbera kesê bi navê Î.D. (40) û bavê wî Hasan D. (68) de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Bi mezinbûna nîqaşê re Î.D. bavê xwe da ber kêran û ew kuşt.

Î.D. piştre jî termê bavê xwe bi biviran kir perçe perçe kir û hewl da di sobeyê de bişewitîne.

Kesûkarên Hasan D. ku demekê xeber jê wernegirt, hêzên ewlehiyê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û perçeyên laşê Hasan D. dîtin û wan Î.D. desteser kir.

Li Rêveberiya Ewlehiyê ya Çankiriyê îfadeya Î.D. hat wergirtin.

Î.D. di îfadeya xwe de li xwe mikûr hat ku wî bavê xwe kuştiye.