Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê hûrgûliyên sîstema nû eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezarata Xezîne û Darayî ya Tirkiyê hûrguliyên derbarê biryarên sîstema nû ya aboriya Tirkiyê de ku roja Duşemê ji aliyê Serokkomarê wî welatî Recep Tayip Erdogan ve hatibûn ragihandin, eşkere kirin.

Wezarata Xezîne û Darayî ya Tirkiyê îro 21ê Kanûna 2021ê bi daxuyaniyekê hûrguliyên biryarên nû yên sîstema aboriya Tirkiyê ku Serokkomarê wî welatî Recep Tayip Erdogan duh Duşemê ji bo rêgirtina li beramber bilindbûna nirxê diravan ragihandibûn, eşkere kirin.

 Li gor ku Wezareta Xezîne û Darayî dibêje:

-Banka Navendî ya Tirkiyê dê rojane di demjimêr 11.00ê de nirxê diravan diyar bike.

-Welatî dê  bikarin bi bi qewlê 4, 6, 9 û 12 mehan ji xwe re hesaban vekin û ji pereyê xwe yê di bankeyan de bi rêjeya faîza ku ji aliyê Banka Navendî ve hatiye diyarkirin dahatê bidest bixin.  

-Her bankeyek dê bikare beşdariyê di vê sîstemê de bike.

-Li gor biryarê  di dawiya qewlê ku welatiyan hilbijartiye (4, 6, 9 û 12 mehan) de, nirxê guncav dê diravan çi be, dê pereyê  xwe bi wî nirxî ligel dahata  faîzê  bistînin.

-Eger welatiyek berî qewlê ku diyar kiriye, pereyê xwe ji bankeyê bikişîne, dê hesaba wî ya bankeyê bibe hesaba ne bi qewl û mafê wî yê bidestxistina dahata faîzê jî dê ji holê rabe.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Edogan roja Duşemê derbarê aboriya Tirkiyê û ji bo rûbrûbûna bilindbûna nirxê diravan çend biryarên nû derxistin û ragihand ku êdî hewce nake xelkê wî welatî pereyê xwe yê di bankeyan de bikin dolar û diravên biyanî.

Li gor biryara Erdogan her welatiyekê ku pereyê xwe di bankeyan de wek lîreyê Tirkî bihêle û dahata wan ji dahata diravan kêmtir be, wê demê dê ferqa di navbera dirav û lîre de ji aliyê dewletê bê qerebûkirin.

Ev biryara hikûmeta AK Partiyê di nav opozîsyona wî welatî de bû sedema nerazîbûnan. Beşek ji partiyên pozîsyonê dibêjin ev yek bazarê ne aramtir dike û ev pêngav tenê bo dewlemendan hatine avêtin.

Partiyên opozîsyonê dibêjin pereyê ku li gor nirxê dirvan ê guncav bo wan kesan tê dayîn dê ji aliyê Wezareta Xezîne û Darayî ve bê qerebûkirin ku ev jî  ji bac û dahata welat tê dayîn.

Aborînas jî dibêjin ev pereyê ku ji bê qerebûkirin dê bi rêya derxistina pereyên nû bê qerebûkirin û tekez dikin ku ev yek dê bibe sedema bilindbûna enflasyonê.