Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê ji bo kê tê vekirin?

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Pêşabûr- Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de roja Pêncşemê, tenê ji bo rêxistinên navdewletî tê vekirin.

Ji roja 15ê vê mehê ve deriyê Sêmalka-Pêşabûrê yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de girtiye. Sedema girtina derî jî, êrîşa grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger û hejmareke kesên din a bo ser wî derî bûye.

Ji ber girtina wî, bandoreke xirab li xelkê Rojavayê Kurdistanê jî bûye û her wiha bazirganiya ku beriya niha di navbera herdu aliyan de jî hebû bi temamî rawestiya ye.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Duhokê ragihand ku niha çûn û hatine ji wî derî re bi temamî rawestiya ye û ne ji bo geştiyariyê, ne ji bo çareseriyê, ne ji bo serdanan û ne jî ji bo bazirganiyê nayê bikaranîn.

Lê vê Pênşemê 23ê Kanûna 2021an derî tenê ji bo ku rêxistinên biyanî karmendên xwe ji Rojavayê Kurdistanê derxînin tê vekirin.

Wê rojê derî dê  sibê seat 09.00 heta 16.00  ji bo sazî û rêxistinên biyanî vekirî be, ji bo ku karmendên xwe ji Rojavayê Kurdistanê derxînin.

Wekî din derî bi her awahî girtî ye û tê gotin ku girtina derî nêzîkî 2 mehan dirêj bike.

Ev ne yekem car e, ew deriyê sînorî tê girtin, lê vê carê deriyê sînorî li ber tevgera welatiyan û bazirganiyê jî hate girtin, herwiha deriyê El-Welîd ku 10 kîlometran dikeve başûrê Sêmalka û girêdayî wî derî ye û ji bo bazirganiyê hatibû vekirin û rojane derdora 200 barhilgiran çûn û hatin lê dikir, ew jî hate girtin û bazirganî rawestiya, ev yek jî bandoreke xirab li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê dike, ku berê ji aliyê Tirkiye û hikûmeta Sûriyê ve, li jêr dorpêçeke tund in.

Deriyê Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji sala 2013an ve, hatiye vekirin, û rêyeke sereke û girîng e ji bo bazirganî, abûrî û çûnûhatina xelkê û rêxistinên mirovî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî. Bi rêya wî deriyî, kêlûpelên xwarinê yên serke wek şekir, birinc, ard... û madeyên avakirinê çîmento û hesin derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, ji aliyê Rojava ve jî, kesên xwediyên nexweşiyên giran, herwiha bûk jî derbasî Bûşûrê Kurdistanê dibin.