Kosret Resûl Elî bû Serokê Encumena Giştî ya YNKê

Hewlêr (Rûdaw) -  Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekemîn ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî ji aliyê endamên kongreyê bi yekdengî weke Serokê Encûmena Giştî ya YNKê hilbijart.

Îro roja yekşemê 21- 12- 2019an yekem roja kongreya çarem a Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê bi dawî bû.

Kosret Resûl Elî di kongreya 4emîn a partiyê de bi piraniya dengan ji bo Serokê Encûmena Giştî ya YNKê hat hilbijartin.

Di kongreya ku îro li bajarê Silêmaniyê hat kirin de serokê Serokê Encûmena Giştî ya YNKê û hinek endamên Encumena Serokatiyê hatin hilbijartin.

Di kongreyê de herwiha Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana QubadTalebanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayiq jî wek endamê Konseya Serokatiya YNKyê hatin hilbijartin.

YNK ji ber wefata Celal Talebanî, rageşiyên di nav partiyê de û geşedanên girîng ên li herêmê piştî 9 salan kongreya xwe ya ewil li dar dixe.

YNK piştî ku li Şama bajarê Sûriyê di 1975an de hat damezrandin vir ve kongreya xwe ya 4emîn dike.