"Artêşa Tirkiyê neketiye deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl"

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Rêveberê Giştî yê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl îdiayên medyaya Iraqê red kir û ragihand, ku artêşa Tirkiyê neketiye deriyê sînorî û got: “Tirkiyê tenê hêzên xwe yên li Başîkê guherand.”

 

Îro pêncşemê 21ê Berfanbara 2017an çend medyayên Iraqê îdiayek belav kirin, ku artêşa Tirkiyê ketiye deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl.

 

Rêveberiya Giştî ya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl van îdiayan red dike û dibêje: “Ti hêza Tirkiyê neketiye deriyê sînorî, tenê hêzên wan ên ku li Başîkê ne hatine guhertin.”

 

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, Mihemed Tahir ji Rûdawê re aşkere kir: “Çend medyayên Iraqê îdia kirine ku goya hêzeke artêşa Tirkiyê ketiye deriyê sînorî, ev îdia ji rastiyê dûr e, tenê guhertineke hêzên Tirkiyê yên li devera Başîkê pêk hate, weke din ti hêzek ji sînor derbas nebûye.”

 

Piştî hatina DAIŞê bo Iraqê û dagirkirina Mûsil û gelek deverên Iraq û Başûrê Kurdistanê, hikûmeta Tirkiyê hêzek anî Başûrê Kurdistanê û li devera Başîkê bi cih kir.

 

Her çi qas ku hikûmeta Iraqê li dijî vê yekê sekinî û daxwaz kir, ku ew hêz ji wir derkeve, lê hêzên Tirkiyê hêj li wir in.

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan