Îdir: Efserekî hevjîna xwe da ber kêrê û kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê leşkerekî artêşa Tirkiyeyê hevjîna xwe da ber kêrê û kuşt.

Bûyer danê êvarê li taxa Yenî Mahalleyê ya navenda bajarê Îdirê çêbû.

Li gorî zanyariyan çawişê pispor ê artêşa Tirkiyeyê Ferdî Bagciyê 32 salî ku ev demeke ji hevjîna xwe Esra Bagciya 25 salî cuda bûbû ji bo ku pê re biaxive ew li otomobîla xwe siwar kir.

Piştî demekê di navbera her duyan de nîqaş derket û Ferdî Bagci di otomobîlê de bi kêrê êrişî hevjîna xwe kir.

Esra Bagci hewl da ji otomobîlê derkeve lê ji derbên kêrê rizgar nebû û li cihê bûyerê mir.

Çawişê pispor piştî bûyerê xwe radestî cendirmeyan kir û li xwe mikur hat ku wî hevjîna xwe kuştiye.

Tîmên Cendirmeyan û tenduristiyê piştre çûn cihê bûyerê û termê Esra Bagciyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.