HPGyê nasnameya gerîlayekî Ereb eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya gerîlayekî Ereb ku li Metînayê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku gerîlayê bi nasnavê Ezîz Mûsil meha 28ê Hezîrana îsal li Metînayê canê xwe ji dest daye.

HPGyê diyar kir ku Ezîz Mûsil li Metînayê "di êrişa dijmin" de canê xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameya gerîlayê ku canê xwe ji dest daye wiha ye:

Ezîz Mûsil: Navê wî yê fermî Rakan Casim Xidir e û ew ji malbateke Ereb a ji bajarê Mûsilê ye.

HPGyê da zanîn ku Ezîz Mûsil 2017an tevî refên gerîlayan bûye.