Li Ciwanro hêzên Îranê teqe li xwepêşanderan dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Beriya kêliyekê li bajarê Ciwanro yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ve xwepêşandan li dijî desthilata Îranê dest pê kir û hêzên emnî yên Îranê teqeyan li xwepêşanderan dikin.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro serê sibehê termên du kesên ku di xwepêşandanên şeva bihorî de canê xwe ji dest dabûn, di merasimeke girseyî de hatin veşartin. Piştî veşartina cenazeyan, welatî ji goristanê vegeriyan nav bajêr û xwepêşandan careke din dest pê kir.

Li gor agahiyan, hêzên Îranê jî teqe li xwepêşanderan dikin û hewl didin bi zorê dawiyê li xwepêşandana xelkê bînin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku di encama teqeya hêzên emnî yên Îranê de nêzîkî 10 kesan li Ciwanro birîndar bûne û bo dermankirinê bo malan hatine veguhastin.