Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve ya giştî hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ya hat ragihandin. Qedexeya derketina ji dersve  roja Pêncşemê dest pê bike û bo heyama 10 rojan berdewam dike.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro Şemiyê 21ê Mijdara 2020an di daxuyaniyekê de ragihand ku biryara  qedexeya derketina derve ya giştî bo heyama  rojan li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de tê cîbicîkirin.

Li gor Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê li Hesekê, Qamişlo, Tebqa û Reqa qedexeya derketina derve ya giştî tê cîbicîkirin û ew biryara roja Pêncşemê 26ê Mijarê destpê dike û  5ê Kanûnê 2020an berdewam dike.

Di çarçoveya Qedexeyê de li herêmên Rêveberiya Xweser tevahî dibistan, zanîngeh û baxçeyên zarokan tên girtin û tevgera basan ji bo hatin û derketina ji herêmên Rêveberiya Xweser tê rawestandin û tevgera ji bo bazirganiyê didome.

Li gor biryarê Tevahî sazî, daîreyên giştî yên li herêmên qedexekirî têne girtin, tenê daîreyên xizmetguzariyê vekirî dimînin.

Ji welatiya hatiye xwestin ku pabendê tedbîrên xweparastinê bibin, mesafa civakî bikin beşek ji jiyana xwe ya rojane heta ku rewşa coronayê bi dawî bibe.

Herwiha hat ragihandin ku edexeyê nexweşxane û firneyan li xwe nagire, lê dermanxane li gorî lîsteya nobedariyê tê birêxistinkirin û tevgera cotkaran û belavkirina sotemeniyê li welatiyan dê were hêsankirin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê cara yekem bi mebesta ku rê li ber belavbûna Coronayê bigire roja 19ê Adara 2020an qedexeya hatinûçûnê ragihandibû.