Berpirsê YNKê: Mafê PDKê nîne xwe tevlî hilbijartina parêzgariya Kerkûkê bibe

Silêmanî (Rûdaw) – Namzetê parêzgariya Kerkûkê Rizgar Elî dibêje, eger bibe parêzgar dê yekemîn daxwaziya wî ji hikûmeta Iraqê cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê be. Rizgar Elî herwiha dibêje, vegera Hêzên Pêşmerge ya ji bo Kerkûk û navçeyên din jî bê minnet dê bibe, çimkî mijarekî destûrî ye. Li ser mijara diyarkirina parêzgarê Kerkûkê jî Rizgar Elî got: "YNK parêzgar diyar dike ne karê PDKê ye xwe tevlî bike."

 

Namzetê parêzgariya Kerkûkê Rizgar Elî, ku ji aliyê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ve weke berbijêr hatiye destnîşankirin, di hevpeyvînekê de ji heftenameya Rûdawê re derbarê rewşa Kerkûkê de axivî.    

 

Bûyera 16ê Cotmehê

 

Derbarê rewşa niha ya Kerkûkê de Rizgar Elî got: “Bûyerên 16ê Cotmehê encamên çend xeletiyên siyasî yên serkirdetiya Herêma Kurdistanê bûn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya 16ê Cotmehê amade nebû li gel ti aliyekê danûstandinan bike. Li gel civaka navdewletî jî guftugo nekirin. Tenê li ser referandûmê israr kirin. Ji ber vê jî hemû piştgiriyên navdewletî û yên dost û cîranan wenda bike.”

 

Rizgar Elî diyar kir, ku piştî 2003ê heta niha li Kerkûkê kurd fêrê rêveberî û desthilata kurdan bûne û lewma jî hizra wê yekê nakin, ku rojek ji rojan kesekê ereb bibe parêzgar an jî tenê artêşa Iraqê li Kerkûkê hebe.

 

Namzetê parêzgarê Kerkûkê herwiha derbarê Kerkûkê de got: “Erebên Kerkûkê wesa hest pê dikin, ku şoreşa 17ê Tîrmeha 1968ê çêbûye û Beesî hatine ser hukmê.”

 

Destnîşankirina parêzgarê Kerkûkê

 

Rizgar Elî behsa proseya berbijêriya xwe kir û got: “Malbenda YNKê ya Kerkûkê ez weke berbijêrê parêzgariyê nîşan dam. Paşî ev mijar çû polîtbûroyê. Bi amadebûna Kosret Resûl û hemû hevalên din deng li ser hate dayîn.”

 

Li ser helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê ya li hember namzetbûna wî jî Elî daxuyakirin: “Ne heq e PDK xwe tevlî karê navxwe yê YNKê bike. Em azad in ji bo parêzgariya Kerkûkê kî hilbijêrin, ew ne karê PDKê ye xwe tevlî bike.”

 

Îdîayên rêkeftina li gel Heşda Şeibî

 

Derbarê îdîayên ku dibêjin “ew jî tevlî plana radestkirina Kerkûkê bûye û li gel Heşda Şeibî û Qasim Silêmanî rêkeftine îmze kiriye” Rizgar Elî bi zimanekî teqez red kir û got: “Heta niha jî min Heşda Şeibî nedîtiye. Tenê carekê min Hadî Amirî dît ew jî dema DAIŞê êrîşê Mexmûrê dikir.”

           

 Elî balkişande ser proseya damezrandina Heşda Şeibî û wiha axivî:

 

“Dema DAIŞ nêzîkî Bexdayê dibû Heşda Şeibî hate avakirin. Bi fetwaya merciên şîe ava bû. Paşî Parlamentoya Iraqê li ser yasaya Heşda Şeibî deng da. Parlaemnterên kurd jî deng dan. Eger PDK, YNK an jî aliyeke din ji Heşda Şeibî ne razî bin, bila serokomar, wezîr û parlamenterên xwe ji Bexdayê vekişin. Nabe li Bexdayê Heşda Şeibî qebûl bikî lê li Kerkûk û Mûsilê qebûl nekî. Ev mûzayede ne nîştîmanî ye, ku jê re dibêjin fêlbaziya li hember xwe û pir eyb e.”

 

Rewşa kurdan li Kerkûkê

 

Bi nêrîna Rizgar Elî “Kerkûk cihê milmilane û pozberiyê ye” û lewma eger kurd ne yekgirtî bin li Kerkûkê bihêz nabin. Herwiha dibêje, asayîbûna rewşa Kerkûkê jî ne karekî zehmet e. Eger hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê li ser Kerkûkê hemnêrîn bin, rewş li bajêr jî normal dibe.

 

Li ser pirsa: “Eger bibî parêzgarê Kerkûkê, daxwaza te ya yekemîn ji Serokwezîrê Iraqê dê çi be?” Rizgar lî got: “Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûra Iraqê. Çimkî ev mijareke pir giring e. Ne tenê ji bo wergirtina pereyên koçberên kurd û ereb. Du babetên giring hene, ku yek ji wan jî vegerandina erebên koçber û hawirdekirî ye ji bo cihên jê hatine. Vegerandina ed û zeviyên dagirkirî yên kurd û tirkmenan. Paşî sînorên îdarî weke xwe lê bên. Paşî rewşa Kerkûkê asayî dibe û ji bo serjimêrî û rapirsiyê amade dibe.”

 

Rizgar Elî daxwaza xwe ya ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wiha anî ziman:

 

“Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê siyaseta xwe ya kevn biguhere. Divê di meselaya dahata petrolê û hemû dahatên de de zelal û şefaf be.”

 

Vegera pêşmerge bo Kerkûkê

 

Rizgar Elî ewlekariya Kerkûkê weke mijara “herî giring” dibîne û di vê derbarê de dibêje divê mafê hemû aliyan li Kerkûkê parastî be. Herwiha di wê baweriyê de ye, ku nabe ewlekariya bajêr di destê partiyan de be û divê hêzên ewlekariya kurdî jî bi yek dest bin.

 

Li ser mijara vegera pêşmergeyan Rizgar Elî wiha got:

 

“Eger were bîra we, di salên 2005 û 2006ê de navendeke hemahengiyê hebû. Hêzên amerîkî, iraqî, pêşmerge û polîsên kerkûkî hebûn. Parastina Kerkûkê di destê wan çar aliyan de bû. Erkê hemû aliyan jî diyarkirî bû. Ti minetek têde nîne pêşmerge vegere wan navçeyan. Vegera pêşmerge ya ji bo navçeyên nakok babetekî pir destûrî ye. Lê pêşmerge ji bo şer venagere. Tang û topan nabe, ku ji wî aliyê jî Iraq tang û topan bîne.”

 

Namzetê YNKê yê parêzgariya Kerkûkê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve cezakirina 15 parlamenterên kurd jî rexne kir û diyar kir: “Nabe ji ber beşdarbûna referandûmê ew werin cezakirin. 3-4 milyon kes beşdarî referandûmê bûn. Pir ecêb e, ku Parlamentoya Iraqê xwe pir biçûk kiriye û pir bi nezanî û amatory kar dikin.”

 

Derbarê rewşa koçberên Xurmatoyê jî Rizgar Elî got: “Tişta li Xurmato bûye jenosîd bû. Divê parlamenter û nûnerên kurd li Bexdayê vê dosyayê bigihînin hemû cîhanê. Berpirsê leşkerî li wir kî be bidin dadgehê.”

 

Li ser firotina petrola Kerkûkê bo Îranê jî Elî got, ku Îran ji welatên Kendavê û herwiha ji Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê nêzîktir e, lewma normale petrola Kerkûkê hawrideyê Îranê bibe.