Li Başurê Kurdistanê zarokek bakurî mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê du birayên hev ên ji Bakurê Kurdistanê ku beriya niha winda bibûn, cenazeyê yekê ji wan hat dîtin.

Li Başûrê Kurdistanê beriya niha du birayên hev ên bi navê Rizgar Hadî yê 11 salî û Cason Hadî yê 13 salî ku xelkê Bakurê Kurdistanê ne winda bibûn.

Berdevkê Asayîşa Hewlêrê Hogir Ezîz derbarê çarenivîsa wan de ji Rûdawê re ragihand, wan li bajarokê Daretûyê yê Hewlêrê di nav çemî de cenazeyê yekê ji wan dît.

Hogir Ezîz da zanîn polîsên Daretûyê li ser windabûna wan lêkolînê dike û got, hêj derbare birayekê de ti agahî nestandine.