Li dora Şingalê xendeq tê lêdan
Şingal (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge ji bo parastina Şingalê dest bi lêdana xendeqan kirine û çeperên xwe qahîm dikin.
Derdora hefteyekê ji rizgarkirina bajarê Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve derbas dibe. Hêzên Pêşmerge dibêjin, ti metirsiyek li ser bajêr û deverê nemaye.
Fermandeyên Pêşmerge dibêjin, êdî DAIŞê tenê hewl bi rêya êrişên xwekujî derbê li Pêşmerge bixîne lê Pêşmerge jî tedbîrên xwe li hember wê yekê digirin.
Hêzên Pêşmerge dest bi lêdana xendeqan li derdora Şingalê kirine, bi vê yekê dixwazin êrişên DAIŞê pûç biin.
Li gorî ku fermandeyên Pêşmerge dibêjn, dê derdora Şingalê kembera parastinê were avakirin û fermana vê yekê jî ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye dayîn.
Ew kember, dê ji aliyê başûr, başûrê rojhilat û başûrê rojavayê bajêr were çêkirin.