Li Mûsilê beşdarî êrişên bombeyî bûbû, li Stenbolê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Gumanbarê ku DAIŞê perwerdeya çêkirina bombeyan dabûyê û beşdarî êrişên bombeyî bûye li Stenbolê hat girtin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê tesbît kir ku gumanbarê bi navê O.M. ku berê di nav DAIŞê de cih girtibû û li Mûsilê perwerdeya çêkirina bombeyan dîtibû li Stenbolê ye.
Tîman bi awayekî teknîkî û fîzîkî gumanbar şopand.
Her wiha hat zanîn ku gumanbar ji bo ku nasnameya xwe veşêre etariyê dike û bi endamên rêxistinê yên li herêmên pevçûnê re têkiliya xwe didomand.
Tîman dîmenên kêliyên ku gumanbar beşdarî êrişên bombeyî yên li herêma Mûsilê bûye jî bi dest xistin.
Polîsan li navçeya Avcilarê ya Stenbolê li hemberî gumanbarê DAIŞê O.M. operasyon da destpêkirin û ew desteser kir.
Piştî wergirtina îfadeyan a li revêbiriya ewlehiyê, polîsan ew bir dadgehê.
Gumanbarê DAIŞê O.M. bi biryara dadgehê hat girtin.