Li Wanê ji nişka ve berf bariya û rêncberan tengasî kişand
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Payîzavayê ya parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê ji nişka ve berf bi ser rêncberên ku heywanên xwe diçêrandin de bariya.
Li bajêr duh baran bariya û paşê bi sermayê re li deverên bilind berf ket.
Li navçeya Payîzavayê bişev ji nişka ve berfê lêkir û rêncberên gundan tengasî kişandin.
Resul Şenê ku heywanên xwe li mêrgê diçêrand, diyar kir ku wî ji ber berfê tengasî kişand û heywanên xwe anîn jêrê.
“Berf îsal pir zû bariya”
Resul Şen her wiha da zanîn ku berf ji nişka ve bariya û got:
"Min û birayê xwe me hezar û 660 serî pez bi sax silamet berjêr kirin. Berf îsal pir zû bariya.
Tu amadehiya me tunebû. Em ji niha ve alifê zivistanê bidin heywanan, em dê zerer bikin."