Kursiyên kîjan partiyan kêm û zêde bûn?

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara kursiyên PDKyê kêm bûye û kursiyên YNK û Newey Niwê jî zêde bûne.

Heta niha nêzîkî ji sedî 95ê dengan hatine hejmartin û hêdî hêdî hejmara kursiyên partiyan zelal dibe.

Dengdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê doh saet 07:00an dest pê kir saet 18:00an xelas bû.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, heta niha herî kêm ji sedî 95ê dengan hatine hejmartin û hejmara kursiyên partiyan bi vî rengî ye:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 40 kursî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 24 kursî

Newey Niwê (Nifşê Nû): 15 kursî

Yekgirtû: 7 kursî

Komeleya Dadgeriyê: 3 kursî

Helwest: 4 kursî

Eniya Gel: Kursiyek

Goran: Kursiyek

Divê were gotin ku Parlamentoya Kurdistanê ji 100 kursiyî pêk tê û 5 kursiyên mayî kota ne û ji pêkhateyan re hatine veqetandin.

Hilbijartinên 2018an

Divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê serê 4 salan werin kirin lê herî dawiyê 30ê Îlona 2018an hatibûn kirin.

Wê demê li Parlamentoya Kurdistanê 111 kursî hebûn û hejmara kursiyên partiyan wiha bû:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 45 kursî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 21 kursî

Newey Niwê (Nifşê Nû): 8 kursî

Yekgirtû: 7 kursî

Komeleya Dadgeriyê: 7 kursî

Tifaqa Ber bi Îslahê ve (Yekgirtû di navê de bû): 5 kursî

Lîsteya Azadiyê: Kursiyek

Lîsteya Modern: Kursiyek

Tirkmen: 5 kursiyên kotayê

Xiristiyan: 6 kursiyên kotayê

Dadgeha Federal a Îraqê 21ê Sibatê biyar da ku li Başûrê Kurdistanê 4 herêmên hilbijartinê hebin (Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce).

Dadgeha Federal her wiha biryar da ku “kota” ne li gorî makezagonê ye û 11 kursiyên kotayan rakirin ku hejmara kursiyên li Parlamentoyê bû 100.

Konseya Darazê ya Bilind a Îraqê jî 21ê Gulanê biryar da ku ji 100 kursiyî 5 heb kota bin û ji Tirkmen, Xiristiyan û Ermeniyan re bên veqetandin.