Yekgirtûya Îslamî: Em encamên hilbijartinê pesend nakin
Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Siyasî ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê encamên hilbijartina Pralamentoya Kurdistanê red kir û ragihand, em dê hemû rêkarên yasayî bo redkirina encamên hilbijartinê bidin ber xwe.
Encûmena Siyasî ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: “Piştî çaverêkirineke pir û derbasbûna 3 hefteyan di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re di 30ê Îlona 2018a de, ji ber gelek binpêkirinan û sixtekariyên du aliyên desthilat, bi giştî Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêmê ku nikarîbû baweriya encûmena komîsyaran bi dest bixe, tekez piraniya sade û bi şêweyekî lerzok û di nîvê şevê de encamên dawî yên hilbijartinê ragihand.”
Encûmena Siyasî ya Yekgirtûyê got, “Em van encaman pesend nakin û îtirazê lê dikin û hemû rêkarên siyasî bo redkirinê digirin ber xwe.”
Herwiha di daxuyaniya Encûmena Siyasî ya Yekgirtûyê de hat destnîşankirin, ku ew bo endamên komîyonê yên ku li hemberî encamên hilbijartinê helwest nîşan dan, spasî û destxweşiya xwe pêşkeş dike.
Di 30ê Îlona 2018a de hilbijartina bo gera pêncem a Parlamentoya Kurdistanê hat birêvebirin û encamên wê hilbijartinê bi awayekî fermî duh şev ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ve hat aşkerekirin. Li gor wan encaman Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû partiya yekem û 45 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) 21 kursî bi dest xist û bû partiya duyem, Tevgera Goranê jî 12 kursî bi dest xistin û bû partiya sêyem.